سەرنووچە:

Awirek ji dîrokê li ser Rojavayê Kurdistanê

فۆتۆ: 
2019-01-04

1323 جار خوێندراوەتەوە

JI MITANÎYAN HETA MIRDÊSÎYAN BER BI SERDEMA ME VE

Weke ku tê zanîn û li seranserê dinyayê jî wiha tê pêjirandin, Mêzopotamya dergûşa şaristanîyan e  û di warê zanistê de peyîtandî ye ku, mirovahî li navenda Mezopotamyayê, anku li Hîvika Zêrîn dest bi çalakîyên xwe ên serdema Neolîtîk kirîye. Ajal cara yekem li vir hatine kedîkirin, çandinî li vê axê dest pê kirîye, gundên yekem ên ku mirov bi awayek hevpar jiyîne li vir hatine avakirin û di van salên dawîn de, li gel keşfa bêhempa ya Perestgehê Xerabreşk, êdî em baş dizanin ku dîroka olan, hebandina Xweda -Xwedayan  û rîtûelên olî yên yekem, berîya 11 hezar salan dîsa li vir û ji hêla mirovên Hîvika Zêrîn ve hatine destpêkirin. Û dîsa hêjayî gotinê ye ku, Çanda Helef, a ku ew  bixwe bingeha şaristanî û kultura mirovên vê herêmê ava kirîye jî, vêca di navenda Hîvika Zêrîn, anku di Rojavayê Kurdistanê de dest pê kirîye û ji vê herêmê li seranserê Mezopotamyayê belav bûye. Hîvika Zêrîn bi taybetmendîyeke xwe a din jî tê zanîn; ew jî ev e ku, mirovahî cara yekem li vir xwe birêxistin kiriye û hîmê civakbûnê dîsa li vir danîye. Perestgehê Xerabreşk li Rihayê û Çanda Helef li Girê Helef ê Serêkanîyê hatine dîtin û evana piştrast dikin ku navenda çand û şaristanîyê anku navenda Hîvika Zêrîn jî Rojavayê Kurdistanê, û her wiha qeraxên bakûrê Tîjle û Ferat bixwe ye. Bi gotineke din, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku; Navend û derguşa Şaristanîyê Mezopotamya ye û navenda Mezopotamyayê jî  Hîvika Zêrîn e, û navenda Hîvika Zêrîn jî li gel destkeftîyên zanistî yên nû, Rojavayê Kurdistanê û bakûrê Tîjle û Ferat e. Ev têz dibe ku xwedî îdîayek mezin bibe lê kolanên dawîn û keşfên nûjen ev yek bi hemû daneyên xwe ve piştrast dikin.

Piştî serdema neolîtîk û pêvajoya çanda Helef, li Kurdistanê di hezarsala 4-emîn de pêvajoyek nû ji hêla Xorrîdan (Horrîyan), ên ku wek proto-kurd  (pêşîyên kurdan) tên pênasekirin, dest pê dike. Xorrîd ne wek êl, qewm an jî dewlet, lê divê wek navê rêxistinbûyînek-şaristanîyek bê zanîn. Lewra biçûk û mezin, bi dehan rêxistin û rêveberîyên bajarî, padşahîyên mezin ava kirine. Hatîye piştrastkirin ku, hemû qewmên sîstemên çiyayên Toros û Zagrosan di bin bandora çanda Xorrîdan de mane û heta vêga jî ziman û şaristanîya Xorrîdan di nav çanda van qewm û gelan de dijî.

Otorîteyên navdar, navê Xorrîdan bi zimanê Sûmeran ve girê didin. Xor, Hor, Kur an jî Ur di zimanê Sumeran de wateya bilindahî, çiya an jî gir e. Kurdîya nûjen de ev peyv wek “Jor” tê bilêvkirin. Xor-rî maneya kesê ku ji bilindahî ve tê ye, anku kesê çiyayî ye. Li vira divê bê gotin ku; hemû şaristanîyên Mezopotamyayê jêrin – başûr;  qewmên Mezopotamyayê jorîn – bakûr anku gelên Kurdistana îroyîn wek “ Xor-rî, Kur-tî, Ko-tî an jî Gu-tî “ bi  nav kirine. Ev her çar gotin jî hemwate ne û dîsa wateya “çiyayî” an ku “jorî ” didin.

Sedema vê yekê ew e ku, ev qewmên “jorî” ji bilindahîyên Toros, Zagros û Kavkasan, ber bi jêr ve, ji bakûrê Mezopotamyayê ber bi başûrê Mezopotamyayê ve dihatin. Lê sedema herîkîna ber bi jêr ve ne dagirkirin, lê xweparastin bû. Lewra gelek êrîşên Sumer, Asûr û Akadan ber bi bakûr ve dibû û ev dewletên koledar dem bi dem ji bo koleyên nû bi dest bixin û erd û axên Xorrîdan dagir bikin berê xwe didan gelên jorîn, anku Xorrî û Gutîyan. Û ev qewmên çiyayî jî, ji bo xweparastinê li ber xwe didan.  Dikare bê gotin ku, ev êlên Xorrîd di destpêkê de bi awayekî  rêxistinî  ya eşîrtîyê dijîyan û dem bi dem xwe birêxistin dikirin û li hember dewletên koledar û mêtînger ên başûrê Mezopotamyayê bi hevkarî şer dikirin.  Zimanê van qewman ji hêla cînarên wan ve wek “zimanê  Xorrî” dihat zanîn, ev ziman bi hevkarîya zimanên Kavkasî û Arî pêk dihat. Lewra, beşek ji Xorrîdan, ji Kavkasan bi Mezopotamya jorîn û Zagrosan ve berjêr bûne û bi Xorrîdên Toros û Zagrosan re yekitîya xwe ava kirine.

Ji ber vê yekîtîya zexm û xurt, gelek dewlet û padşahî ava kirine û her wiha dîsa yekîneya xwe li gel qewmên Arî weke Mitanîyan pêk anîne û rêxistinên bihêz û domînant jî li ser axa Kurdistanê damezrandine.

Konfederasyonên Sobarî,  Gûtî, Xorrî-Mitanî, Naîrî, Ûrartû û Med wek mînak dikarin bên nîşandayîn. Gelek niqaş li ser zimanê Xorrî tên kirin lê dîsa divê bê gotin ku, Xorrî şaristanîyek berfireh, kozmopolît û homojen e, ji ber vê yekê dem bi dem anegorî êlê desthilatdar zimanê wan jî rojane dibe, diguhere û li gel dewlemendîyên xwezayî yên dîrokê, xwe nû û zengîn dike.

Bi hêsanî divê bê gotin ku, çanda Arî, tim û daîm bandora xwe xweş nîşan dide û di pêvajoya dîrokê de jî eşkere ye ku di dawîn de çanda hemû Xorrîdan di nav çanda Arî û ziman û zaravayên Xorrî jî di nav zimanên Arî de dihelin. Ev dêmajoyeke hezara salan e. Û di encamê de, etnosîya (neteweya) kurd a îroyîn, li gel zengînbûn û zêdekirinan pêk tê û ava dibe.

Gelên desthilatdar ên dema  xwe, wek Gutî, Lulu, Kasî, Mitanî, Naîrî, Ûrartû û Medan dipeytînin ku çanda Arî ji hemû çandên din zexmtir û eşkeretir bandora xwe nîşan dide. Rewşa zimanê kurdî û zaraveyên vî zimanî û her wiha çanda Arî  û bawerîyên wê yên ku vêga jî di nav gelê kurd de zindî ne, piştrastkirina vê têzê ye.

Serdema Mitanî li Rojavayê Kurdistanê(1500-1270 B.Z.)

Li jor tê piştrastkirin ku Xorrîd ji destpêkê dîrokê ve anku ji demên neolîtîk heta dema me a îroyîn, li Kurdistanê bicih in û ji ti deverî  ber bi Kurdistanê ve nehatine. Bi gotineke rasttir gelê otokton ê Kurdistanê Xorrîd in û bi navên cure cure di her çar terefên Kurdistanê de rêxistin û konfederasyonên bihêz û rêkûpêk ava kirine. Yek ji van  rêxistinan jî Mitanî ye û li bakûr û rojavayê Kurdistanê ava bûye. Lê bi taybetî Rojavayê Kurdistanê yê îroyîn de… Em ê li vir serdema Mitanîyan a li Rojava binirxînin.

Derûdora berîya zayînê  1500-an de, qewmên Xorrîd ji ber êrîşên Hattî(Hîtît), Misrê  û Asûr hêzên xwe yên ewil winda kiribûn û dîsa wek dewletên bajêrî, êl û eşîrî dijiyan. Anegorî hin dîroknasan, Mitanî yek ji şaxên gelê Sobarî an Jî Kasî bûn. Êl û eşîrên Xorrîd û Arî dan hev, berhev kirin û rêxistinek bihêz û mezin ava kirin. Di pêşî de navê wan wek Xorrî-Mitanî hatîye nivîsandin lê piştî demek kin, bi tenê wek Mitanî hatîye tomarkirin. Sedema vê jî ev e ku, anegorî lêkolînan, Mitanî ne navê gel, lê navê malbat-eşîra desthilatdarê rêxistinê bûye. Mitanî nijadArî ne û ev taybetmendîya wan jî hatîye destnîşankirin.

Mitanî rêxistina yekem e ku çanda Arî di desthilatdarîya rêxistinê de xweş xuya dike û bandora xwe eşkere nîşan dide. Êla desthilatdar cara yekem e ku nijadArî ye û vêca êlên Xorrîd/Sobarî  li havirdora vê desthilatdarîyê kom bûne. Navenda Mitanîyan derûdora Mêrdîn, Nisêbin, Amed, Riha, Serêkanîyê, Minbic, Heleb û Şehba ye. Jixwe di belgeyên dîrokî de xuya dibe ku peytexta wan “ Waşûkanî”  ye. Waşûkanî di kurdîya îroyîn de wateya Başkanî,  Xweşkanî, Weşkanî anku kanîya xweş û baş e. Dîsa anegorî lêkolînên dawîn, hatîye piştrastkirin ku Waşûkanî di cihê Serêkanîyê ya îroyîn de ava bûye. Girê Helef ê dîrokî jî nêzê vê herêmê ye û dîsa tê dîtin ku pêwendîyeke zexm di navbera Çanda Helef, perestgehê Xerabreşk û Mitanîyan de heye. Mitanî xwedî bawerîyên kevn ên Arîyanî ne û di peyam û nameyan wan ên ku hatine dîtin de, navên Xwedayên bawerîyên wan ên kevnar hatine xwendin û ew navana, navên Xweda û ferîşteyên bawerîyên çanda Arî ya kevnar in. Her wiha navên keyên wan jî bi zimanê Arî ne . Ev tev piştrast dikin ku Mitanî yek jî êlên proto-kurd in û dîsa li hember dewletên koledar weke Misrî û  Asûr têkoşîyane. Dewletên mezin ên wê demê Misrê, Hattî û Asûrî bûn. Şerê wan li gel Asûrîyan û Hattîyan pir bûn lê li gel Misrê pêwendîyên baş û aştîyane danîbûn. Keybanûyên Misrê yên binavûdeng weke Nefertîtî û Nefertarî bi eslê xwe dotên keyên Mitanî bûn. Mitanî yekem rêxistin û rêveberîya êlên Arî ya berfireh e. Her çiqas weke Medan bibandor nebûne jî, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku êlên Arî cara yekem li bin sîwana Mitanîyan wek konfederasyonek kom bûne. Malbata desthilatdar Arî ye û her wiha xelqên girêdahî jî bi piranî Arî ne. Ji Zagrosan heta Toros û Amanosan desthilatdar bûn û weke Sobarîyan di warê hespajotinê anku siwarîyê de li pêş ketibûn. Di warê hesinkarîyê de jî pêş ve çûbûn. Hattî(Hîtît)hesinkarîya wan mînak girtibûn. Misrî jî erebeyên şer, ên ku bi hespan dihatin ajotin, ji Mitanîyan fêr bûne. Ji derûdora 1500-an heta derûdora 1270-an (B.Z.), nêzî  250 salan hikim kirine û di dawîn de ji hêla Asûrîyan ve hatine têkbirin. Asûrî , Mitanîyan wek “Xanîbalgat” û Misrî jî wan wek “ Naîrî” anku xelqê çeman bi nav dikirin. Piştî ruxandina wan, Mitanî îcar bi navê Naîrî jiyana xwe li ser axa xwe a qedîm domandin…

Piştî ruxandina rêxistina Mitanî, vêca êl û hozên Xorrî û Mitanî ji hev belav bûn û heta dema Konfederasyona a Xalta-î (Ûrartû) û Medan carîna bi rêxistinbûyî  carîna jî jihevbelavbûyî jiyana xwe domandin. Ev pêvajoyek nebaş û dijwar bû. Bi navê “Naîrî” hewl didan ku xwe bidine hev lê hêzên li hemberî wan gelek dijwar bûn û bi taybetî Asûrî wiha kiribûn ku ji ber bêderfetî gelek êl û eşîrên Xorrî-Mitanî xwe ber bi jortir anku ber bi çiyayên asê weke Toros û Zagrosan ve diparastin. Li wir di pêşî de konfederasyona Xalta(î) – Ûrartû, piştî jî rêxistina gewre, Konfederasyona eşîran a Med ava kirin û dawî li desthilatdarîya koledar a Asûr anîn. Di mîtolojîya gelê Kurd û zargotina wî de, destana Kawa û Newrozê, ev serketîn bi gelek cureyan gihandîye roja me. Lê piştî demek kin (weke 150 salan) desthilatdarîya Medan bi destê xwarzîyên wan Farisan guherî û gihîşte Akamenîdên Faris. Astîyagê keyê dawîn ê Medan heta şerê li gel  farisan 35 sal hikim kir. Bi vî şerî, ê ku di derdora sala 550-an(b.z) de pêk hat, desthilatdarîya Medan piştî derûdora 150 salan rûxîya û gihîşte persan. Ev yek, divê weke guherîna desthilatdarîya Xorrî-Mitanîyan ber bi Xaltan (Ûrartû), ji Xaltan  ber bi Medan û di dawîn de Farisan ve bê xwendin. Lewra çawa ku Xaltan(Ûrartû) desthilatdarî teslîmê Medan kirin, Med jî teslîmê Farisan kirin. Di hîmê de, ev guherîn, guherîna desthilatdarîya gelên Arî ye. Ev rewş ji navê “ Împeretorîya Med-Pers” xweş xweya dibe lewra bavê dîrokê Herodot ew rêxistin wisa pênase dike. Herodot  gelek cihan de Kurojê nevîyê Astîyag û  keyê yekem ê farisan wek “ qralê Medan “ dinivîse.

Ên faris li ser şaristanîya ên Med runiştin, pêş ve birin, satrabîyên Akamenîd (navê dewleta Farisan a yekem) ava kirin, ji Ava Halîsesê(Kizilirmak a îroyîn), a ku sinorek xwezayî ya di navbera rojhilat û rojava de bû, derbas bûn û rêxistinbûyînek serketîtir pêk anîn. Bi vê yekê “Împeretorîya Med-Pers” berfirehtir û bihêztir kirin. Bi tenê desthilatdarî dest guherand. Ev rastîyên dîrokî ji hêla bavê dîrokê Herodot ve yek bi yek hatine nivîsandin. Piştî Akamenîdan, vêca Part û piştî wan jî Sasanî li ser axa Kurdistanê desthilatdar bûn. Kurd xwe dîsa çiyayên xwe ên asê parastin. Dem bi dem bi rêxistinên biçûk û lewaz, weke Kardûxan, Adîabene, Komagene, Sofên û Kordîyon derketine meydanê lê her carî vassalên (bindestên) Faris an jî Romîyan bûn û di dawîn de ji hêla wan dewletên bihêz û gewre ve ji holê hatin rakirin.

Heta dema fethên Îslamê rewş wiha dewam kir û bi rêzê, desthilatdarîya Emewî û piştî jî Ebbasî û Fatimîyan li Kurdistanê rû da. Artêşên ereb ji başûr ve dest bi êrîş û dagirê kirin û di demajoya dîrokê de  gelên Arî, di serî de gelê kurd hêdî hêdî tev li dînê Îslamê bûn û di Kurdistanê de serdemek nû dest pê kir. Helbet di Rojavayê Kurdistanê de jî guherînên dîrokî pêk hatin. Kurdên ku ji dema Xorrî-Mitanîyan û Medan ve li ser axa xwe a kevnar bûn, vêca bi faktoreke din re rûbirû man. Bi taybetî kurdên herêma Cizîrê, Rihayê, Serêkanîyê, Minbic, Şehba, Êfrîne û çiyayên Kurmênc li gor şert û mercên nû xwe amade kirin û pêvajoyek nû dest pê kir. Lewra artêşên ereb ketibûne şûna Sasanîyan û dînek nû bi xwe re anîbûn û trajedîya herî mezin ew bû ku, kurd dîsa di nav bera her du hêzên dijwar de asê mabûn. Ji Rojava û bakûr ve artêşên Romî, ji başûr û Rojhilat ve artêşên ereb bi dijwarî dihatin û bi taybetî bakûrê Tîjle û Feratê bibû qada şerê herî dijwar. Anku Rojavayê Kurdistanê ji Cizîrê heta Êfrînê bibû sinorê her du dewletên gewre û pêvajoya şerê nû yê desthilatdarîyê dest pê kiribû. Şer li derûdora Çiyayên Kurmênc, Heleb, Bab û Minbicê (bi zimanê Romî Hîerapolîs) germ dibû û kurdên wê herêmê di nav bera her du hêzan de dihatin perçiqandin.  Ferat weke sinoreke xwezayî hatibû xêzkirin û heta destpêka sedsala 11-an a piştî zayînê rewş wiha dewam kir. Di destpêka sedsala 11-an, rêxistin an jî bi gotineke rasttir mîrnişînîyeke kurd a nû li beşeka giring a Rojavayê Kurdistanê derkete meydanê û hemû kurdên wê herêmê di bin sîwanekê de kom kir. Navê wê mirnîşînîyê, a ku li rojavayê Feratê hatibû damezrandin, “ MIRDÊSΔ bû….

Serdema Mirdêsî li Rojavayê Kurdistanê (1015-1080)

Di nîveka sedsala 10-emîn de, Xîlafeta Ebasî weke berê bihêz nîn bû û ji ber vê yekê li ser erdnigarîya desthilatdarîya wan, biçûk û mezin gelek emaret (mîrekî), sazî û rêxistinên nîvserbixwe û heta dewletên  serbixwe ava bibûn. Xîlefeteka din jî bi navê Fatimî li Misrê hatibû ragihandin û êdî du otorîte li ser erdnigarîya Îslamê peyda bibûn. Li hember Fatimîyan jî emaret û dewletên biçûk rû dabûn. Yek ji wan emaretan jî Mîrnişînîya Mirdêsî bû, a ku di nav bera salên 1015 û 1080-an de li Helebê (navend û peytexta wan bû), Minbîc, herêma Şehba, Babê, Ezez, Cerablûs, Çiyayên Kurmênc, Efrîn û derûdor heta Reqqa  anku ji rojavayê Ava Feratê heta Behra  Spî ( beşek ji Rojavayê Kurdistanê) ava bibû. Damezrêner Salih ê Mirdêsî ye û hemû bûyernivîsên Îslamê, wî û navê wî û dewleta ku ava kirîye nivîsandine. Lê esl û binyata wî, makewelatê wî  bi rastî tomar nekirine. Tev de heman agahî nivîsîne û helbet hevûdin dubare kirine ku Salih ê Mirdêsî serokê Benîkilaban( kurên Kilaban) e û hew… Weke ku tê zanîn kurên Kilaban anku Benî Kilaban eşîreke bihêz û şervan a ereb e. Di rastîya xwe de bedevî ne û wek şervan di artêşa Mirdêsîyan de cih girtine lê damezrenerê vê dewletê, Mirdêsîyên kurd in, ên ku ji Hekarîya di sedsala 10-emîn de koçî derûdora Helebê kirine û bi hevkarî û yêkîneya li gel kurdên dûhatîyên Mitanîyan ku ji mêj ve li vê deverê bûne, rêxistinek rêkupêk ava kirine û li hember  Fatimîyan, Romîyan û di dawîn de jî li dijî Selçûqîyan têkoşîyane, erdên xwe parastine  û ev rastî di hemû şaxan de xwe nîşan dide.   

Li ser Mirdêsîyan lêkolîn mixabin gelek kêm mane, bi taybetî kurdbûyîna wan bi hêjayî nehatîye nivîsandin an jî nirxandin. Bi tenê navê damezrênerê dewletê û nasnavê wî hatine destnîşankirin. Salih ê Mirdêsî û hew…. Ev rûdan, di meseleya Eyûbîyan de jî heman rewşê tîne bîra me lewra heta berîya 10-15 salan kurdbûyîna Selahaddin ê Eyûbî û dewleta wî ya gewre, ne wek dewlet û rêxistinek kurd, lê wek ereb an jî tirk dihat zanîn an jî bi gotineka rasttir, ji hêla hin derûdoran ve wiha dihat pênasekirin. Sedema vê helbet hebû û sinor ji bêehlaqîya mêtîngerî û faşîsmê re nîn e… Ehlaqê zanistê jî dide jibîrkirin mixabin. Li vir em ê hewl bidin ku beşek ji dîroka kurd û Kurdistanê a ronak lê di tarîtîyê de mayî, bigihînin ronahîye….

Ji Mîtanîyan Heta Mirdêsîyan Ber Bi Serdema Me Ve

… Pirs ev e: Gelo hemû dewletên revend û Ereban ku wê demê hatine avakirin, ne bi navê eşîra ku girêdayî wê ne hatine pênasekirin? Mînak, revendên Benî Uqeylan dewleteke bi navê Uqeylî, Benî Numeyran dewleteke bi navê Numeyrî ava kiriye û bi navê eşîra xwe hatine nivîsîn. Her wisa çima navê dewleta Benî Kilaban ne Kilabî ye lê Mirdêsî ye?! Heger Salihê Mirdêsî ji Benî Kilaban bûya, navê dewleta wî jî wekî eşîrên Erebên din, vîyabû ku bi navê eşîra wî bihata nivîsîn. Wekî din, di zimanê Kurdî de gotineke wekî “Salihê kurê Mirdas” nehatiye û nayê bikaranîn. Kurd dema bixwazin kur û bavekî pênase bikin dibêjin “Salihê Mirdas”. Mirdas navek e û dema dibe navê êl an jî hozekê, vediguhere û dibe “Mirdasî”. Lêbelê dema xwerû be, an ku “Mirdas” be, bi taybetmendîya tewandina tîpên “a” û “e”yê yên di nîvê peyva Kurdî de, ditewe û dikeve forma “MIRDÊS”ê, paşê “î”ya rengdêrîyê werdigire û dibe “MIRDÊSΔ. “Mirdas” navekî Kurdî ye û “Mirdasî” yan jî “Mirdêsî” navê eşîrê ye. Ev eşîr ji Hekarîyê ye û daneyên di nav destên me de jî vê yekê piştrast dikin. Em ê li jêr yek bi yek van daneyan pêşkêşî xwîneran bikin. Ji bo têgahiştina meseleyê, em ê bi kurtî berê xwe bidin zimanê Kurdî, ê ku laboratuareke zindî ye: Bûyernivîs û dîrokzanên Ereb an jî Erebînûs, pênaseya “Salihê Mirdêsî” wekî “Salih Îbnul Mirdêsî” ji Kurdî wergerandiye Erebî û “Mirdêsî” wekî ku bavê Salih be, nivîsîye. Ev şaşîyeke ku dîtin û nirxandina wê pir hêsan e. Di rastîya xwe de “Salihê Mirdêsî” ye û wateya “Salihê ji eşîra Mirdêsî” dide. Hemû dîrokzanên dinyayê -çi Misilman, çi Xirîstîyan û çi Cihû- ev dewlet wekî “Mirdêsî” tomar kiriye û di nav Ereban de eşîr an hozek bi navê Mirdêsî qet nîne. Hebe eşîreke Kurd a kevinar a ji Hekarîyê heye û di serî de Şerefxan, paşê jî hebûna wan a îroyîn, derewa hezarsalî betal dikin û vê rastîya dîrokî dipeytînin. Dîsa em zelalkirina dîrokê bidomînin: Ji van dewletên nû yên serbixwe ku li jor behsa wan hate kirin -ên ku di destpêka sedsala dehemîn de ava bûbûn-, herî bihêz Dewleta Bûyîd (Biweyhî) bû. Biweyhîyan li derûdora sala 950yî desthilatdarîya Ebasîyan a li Bexdadê bi dest xist û dest bi êrîşên li ser hawirdorê kir. Di sala 980yî de, hikimdarê Biweyhîyan Adedldewle sefereke mezin biriye ser Kurdên Hekarîyê. Hemû dîrokzan û bûyernivîsên Îslamê destnîşan dikin ku ev sefera han ji bo Kurdên Hekarîyê gelekî dijwar û xedar bû. Ji lew re gelê vê herêmê ji zarokan heta bi pîran hatine kuştin û yên mayî jî yan hatine mişextkirin an jî anegorî derfetên xwe revîyane û xwe li çîyayan parastiye.

 

Nivîsîna vê bûyera qirêj û xwînwar ji bo zelalkirina kok û binyada Mirdêsîyan pêdivîyek bû. Ji lew re dîrokzan û zanyarê Kurd Mîr Şerefxanê Bedlîsî, ew di beşê Mîrnişînîya Mirdêsî de, di pirtûka xwe ya binavûdeng a li jêr Şerefnameyê de tomar kiriye. Dema ew qala Mirdêsîyan û sedema hatina wan a ber bi Gêla Amedê ve (Egil) dike û avakirina wan a Mîrnişînîya Mirdêsî li Gêlê dinivîse, em ji tomarîyên Şerefxan xweş fêm dikin ku ev eşîra dîrokî ya nijadkurd, ji ku, kengî û çima hatiye. Şerefxan anegorî gotinên nevîyên Pîr Mensûrê Mirdêsî dibêje ku: “Di destpêkê de Pîr Mensûrê Mirdêsî li Hekarîyê dijîya û di pişt re ji wir bar kiriye û çûye alîyê Gêlê (Egilê) û li gundê Pîranê yê ku nêzîkî Kela Gêlê dimîne, bi cih bûye…” Lê Şerefxan sedema hatina Pîr Mensûr û malbata wî nenivîsîye û ev malbata Kurd a navdar jî wekî nevîyên Ebasîyan nîşan daye, sedema pênaseya “PÎR” jî nekiriye, ji lew re pênaseya “PÎR” di çanda Kurdî de xwedî taybetîyeke girêdayî ol û bawerîyê ye, lê sedema vê yekê cuda ye û ji bo vê gavê ne mijara me ye, di gotareke din de em ê bi berfirehî behsa vê bikin. Vê gavê em ê mijara xwe bidomînin, Şerefxan bi kurtî wisa didomîne:“Pîr Mensûr li Pîranê terîqeteke mezin ava kir û piştî mirina wî kurê wî Pîr Mûsa kete şûna wî. Piştî Pîr Mûsa îcar kurê Pîr Mûsa, Pîr Bedir bû şêxê tekyayê. Lê Pîr Bedir bavê xwe û bavpîrê xwe derbas kir û Keleha Gêlê bi alîkarîya pismam û mirîdên xwe zeft kir, bi darê zorê ji xwedî stand. Lê piştî demekê Siltanê Selçûkîyan çav berdide welatê wî û ji neçarî Pîr Bedir xwe diavêje bextê Siltanê Merwanîyan û xwe li ba wî di qesira Silîvanê (Farqîn) de diparêze. Heta dagirkirina Silîvanê ji hêla Artûkê fermandarê Selçûkîyan ve, li Keleha Silîvanê dijî û di wê dagirkirinê de ew jî tê kuştin. Pê re piranîya xelkê bajêr jî tên kuştin û serên wan tên jê kirin. Jina Pîr Bedir ji wê qirkirinê difilite û bi duhalî ye. Jê re kurikek çêdibe û ew lawik bi destê Mirdêsîyan ve tê mezinkirin û bi navê “Mîr Bulduk” li ser textê bavê xwe tê rûniştandin…” Dîsa anegorî Şerefxan, mîrnişînîya Mirdêsî ya Gêlê heta dema Şerefxan (1596) li welatê xwe desthilatdar û hikimdar e.

Li vir em tê digêhijin ku Pîr Bedir di sala wêrankirina Silîvanê û dagirkirina welatê Merwanîyan ji hêla Artûkîyan ve de tê kuştin. Sala vê bûyera qirêj û hov 1085 e. Pîr Bedir nevîyê Pîr Mensûrê ku cara yekem ber bi Hekarîyê ve hatibû ye û anegorî texmîna me li derûdora 1020 û 1030î hatiye dinyayê. Ji vê agahîyê em fêm dikin ku Pîr Mensûrê bavbîrê Pîr Bedir jî li derûdora 970 û 980yî li gel êl û malbata xwe ji Hekarîyê koç kiriye. A rasttir ji destê Biweyhîyan baz daye an jî hatiye mişextkirin. Sedema hatina wan û dîroka wê, li gel hemberhevkirina agahîyên bûyernivîsan nêrîna me piştrast dike. An ku beşekî hoza Mirdêsîyên Hekarîya wê demê, di sala 980yî de ji destê Adedldewleyê Biweyhî revîyane, xwe li Gêlê parastiye û piştî du nifşan li Gêlê mîrnişînîyeke bihêz û mezin bi navê “Mirdêsî” ava kiriye. Me got beşekî wan û ev bi zanabûn hate gotin. Helbet Mirdêsî tev de bi hev re û bi tevahî ji wê tofanê baz nedaye, ew derfet neketiye destê wan. Di wê rewşa ku “dêyê weledê xwe diavêt” de ev yek ne gangaz bû. Beşekî wan ber bi Gêlê ve çûye, ev hate piştrastkirin. Lê yên din, ew ber bi ku ve çûne? Pirsa sereke ev e û dîsa em ê berê xwe bidin Şerefxanê Bedlîsî ka çi û çawa tomar kiriye…

Şerefxan dibêje ku;  “…ev eşîra han ku di nav vê keleh û wîlayetê de rûdine, ji ber navê serokê Benîkilaban Mirdas, Mirdasî hatiye gotin… di zemanê berê de li derûdora Helebê dewletek ava kiriye…”.  Li vir xweş xuya ye ku Şerefxan jî, ji gotin û tomarîyên bûyernivîsên Ereb ên berê sûd wergirtiye û ew dubare kirine. Ji lew re hemû bûyernivîsên Ereb û Misilman ên wê demê, damezirenerê Mîrnişînîya Mirdêsî ya ku li rojavayê Feratê û derûdora Helebê ava bûbû, wekî serokê Benîkilabanên Ereb nivîsîye. Di rastîyê de, di dema dagirkirina Hekarîyê ji hêla Biweyhîyan de, wekî ku me li jor gotiye, hemû Kurdên wê herêmê (Mirdêsî jî tê de) ji hev belav bûn û ji bo ku xwe bifilitînin, li gel malbatên xwe baz daye. Pîr Mensûr û malbata wî ber bi Gêlê ve çûne, ev yek ji hêla Şerefxan ve hatiye nivîsîn. Şerefxan di dewama mijarê de dibêje ku; Salihê Mirdêsî li derûdora 1015an, li Helebê serî li ber Fatimîyên Misirî hilanîye û bi ser ketiye. Li wir bûye desthilatdar lê di sala 1029an de di şerekî ku di navbera wî û Fatimîyan de qewimîye hatiye kuştin. Li ser vê bûyera nexweş, malbat û êla wî ji derûdora Helebê derketine û ew jî hatine Gêlê û li wir bi cih bûne, an ku hatine li ba Pîr Bedirê nevîyê Pîr Mensûrê pismamê xwe û di pişt re Pîr Bedir bi alîkarîya van mirovan, Keleha Gêlê bi dest xistiye û bûye hakimê wî welatî. Şerefxan li vir diqedîne û mijarê berfireh nake, helbet sedema vê yekê rewş û mercên wê demê, kêmanîya çavkanîyan, bêderfetî û xwenegihandina çavkanîyên bêalî ye. Hatina Mirdêsîyên Helebê û rojavayê Kurdistanê ber bi Gêlê ve ne ji ber kuştina Salihê Mirdêsî (1029) ye û ne di wê demê de ye. Ji lew re dîrokzan û bûyernivîsên Kurd Îb Şedad û Îbn Elesîr û her weha Yaqût Elhemewî yê Romî, Sibt Îb Elcewzî û Îbn Xeldûn agahîyên bêhempa tomar kirine. Em ê îcar tomarîkirinên van zanyaran binirxînin.

 

Anegorî Îbn Elesîr û Sibt Îbn Elcewzî, Salihê Mirdêsî cara yekem di dawîya sedsala dehemîn de, li Keleha Rehbayê ya Dêra Zorê tê xuyan. Li wir, li gel leşkerên xwe li ba hikimdarekî bi navê Îbn Elmihkan cih digire û parastina wî li hemberî Fatimîyan li ser milê xwe digire. Li vir em dikarin nirxandineke teqez pêk bînin. Wekî ku me li jor nivîsîye, êla Mirdêsî di sala 980yî de ji destê Biweyhîyan ji makewelatê xwe Hekarîyê baz dabû û ji hev belav bûbû. Beşek ber bi Gêlê ve bi rêberîya Pîr Mensûr -çawa ku Şerefxan nivîsîye- çûbû û em dikarin bi hêsanî bibêjin ku beşek ji wan jî bi serokatîya Salihê Mirdêsî berê xwe daye Dêra Zorê û bûne leşkerên Îbn Elmihkan ê hakimê Keleha Rehbayê. Ji lew re koça Mirdêsîyan û hatina Salihê Mirdêsî û şervanên wî li Dêra Zorê heman çax e. Li Rehbayê, Salihê Mirdêsî bi keça Îbn Elmihkan ê hakimê wê deverê re dizewice û di sala 1008an de bi alîkarîya Benî Kilaban, ku eşîreke bihêz û niştecih a wê deverê bû, Îbn Elmihkan ji text diavêje, wî dide kuştin û dikeve şûna wî. Bi vê yekê, mezinahîya Kilaban bi dest dixe û bi leşkerên Kilaban û şervanên xwe artêşeke mezin ava dike û berê xwe dide Reqa û Helebê. Reqa bi dest dixe û bi alîkarîya xelkên Helebê (Kurd û Ereban), ên ku ji zilima Fatimîyan gelek aciz bûbûn, Helebê jî distîne û dibe hakimê Heleb, Reqa û Rehbayê. Ji Cerablusa îroyîn heta Antakyayê, ji Reqayê heta Deryaya Spî erdên xwe berfireh dike û serbixwebûna xwe radigihîne. Sîyaseteke aqilane li gel cînarên xwe dimeşîne û bi Bîzans û Merwanîyan re jî peymanên hevgirtinê girê dide. Bi vê yekê, di herêma xwe de dibe hêzeke berbiçav û heta mirina xwe (1029) hikim dike. Di sala 1029an de Walîyê Misirê Eldizdarî li gel artêşeke mezin berê xwe da Mirdêsîyan û di qada şer de Salihê Mirdêsî tê kuştin. Lê kuştina wî nebûye sedema rûxandina dewleta wî. Li vir divê bê gotin ku Şerefxan desthilatdarîya Mirdêsî di sala 1029an de diqedîne lê dîsa anegorî çavkanîyên ku li jor hatine rêzkirin, piştî kuştina Salihê Mirdêsî, vê carê her sê kurên wî (Nasir, Sîmal û Etîya) xwedî li dewlet û artêşa ku bavê wan ava kiribû derketine û têkoşîna xwe domandiye. Heleb û derûdorê ji Nasir re, Minbic û Rehba (Dêra Zorê ya îroyîn) jî, ji Sîmal û Etîya re dimîne. Ji bo me belkî xala herî girîng, pratîkên Nasirê Mirdêsî ne. Ji lew re, di serdema wî de (1029-1038), ji bo dîrok, çand û avasazîya Kurdan berhemeke bêhempa tê avakirin û heta roja me jî ew avahî wek “Keleha Kurdan” tê naskirin û weha tê binavkirin.

 

Çîroka Keleha Kurdan (Hisn Elkrad):

Piştî kuştina Salihê Mirdêsî, kurê wî Nasir (Şibil Eldewle Nesirê Mirdêsî) kete şûna bavê xwe û têkoşîna bavê xwe li hemberî Fatimîyên Misirî domand. Êrîşên dijwar ji başûr, an ku ji Misirê ve dihatin û ji bo ku rê li wan êrîşan bê girtin, anegorî tomarîkirina Îbn Şedad ê dîrokzanê Dewleta Eyûbî, Nesirê Mirdêsî di sala 1031ê de, an ku piştî mirina bavê xwe bi du salan, keleheke zexim û bilind li ser rêya Balbekê ve dihat û digihaşte Tartûs û Himisê ava kir. Sedema avakirina vê kelehê, rêlibergirtina artêşên Fatimî bû û keleh li ser girekî bilind, ê ku li her çar alîyan hakim bû, hate avakirin. Keleh 40 kîlometrî li rojavayê Himisê diket û rêya Tartûs dibirî. Bi vê yekê, Nesirê Mirdêsî xwest welatê xwe bixe ewlehîyê û ji bo vê jî leşkerên xwe ên herî bawer, bihêz û xwedî tecribe li wê kelehê bi cih kirin. Keleh heta dema me wekî ku îro hatibe avakirin saxlem e û ji hêla UNESCOyê ve di sala 2006an de ketiye lîsteya mîrateyên cîhanê. Anegorî nivîsên Yaqût Elhemewî û Îbn Şeddad, leşker û şervanên ku Nesirê Mirdêsî di vê kelehê de bi cih kirine bi tevahî Kurdên Çîyayên Kurmênc bûn û ji ber vê yekê navê kelehê wekî Keleha Kurdan, an ku Hisin Elekrad hatiye danîn lê li gor me ev nêrîn her çi qasî rast be jî, kêm e. Wiha: Wekî ku li jor hate gotin, Mirdêsî êleke Kurd e û ji destpêka sedsala yazdehemîn heta dawîya wê sedsalê, li rojavayê Feratê heta Reqa û Balbekê dewleteke bihêz ava kiriye. Ji ber ku Kurd bûn û ji ber ku xelkê derûdorê (Ereb jî tê de) zanîbû ku Mirdêsî Kurd in, keleha ku Mirdêsîyan ava kiriye, wekî Keleha Kurdan hatiye binavkirin û heta dema me ya îroyîn jî ev nav wekî mîrateya Mirdêsîyên Kurd di nav dîroka Rojhilata Navîn û bi taybetî ya Sûrîyeyê de dijî. Nîşane û peyta herî girîng û hêja zargotin e û her weha bîra gelan e. Ew keleha bêhempa û binavûdeng, di bîra gelên wê herêmê de wisa maye û ev hezar sal in jî navê wê neguherîye. Nivîs tên guhertin, tomarî tên şewitandin û tunekirin lê bîra gelan, mêjûya civakan bi hêsanî nikare bê jêbirin. Ew navê kelehê tenê têra piştrastkirina Kurdbûn û Kurdmayîna Mirdêsîyan dike û ev rastîya dîrokî di bîra gelan de neqişkirî ye.

Piştî avakirina Keleha Kurdan, êrîşên Fatimîyan ketin bin kontrola Mirdêsîyan. Êdî Fatimîyan nikarîbû weha bi hêsanî êrîşî Heleb û Minbicê bikin lê dîsa jî carinan şerên dijwar di navbera her du hêzan de diqewimîn. Di yekî ji wan şeran de, Nesirê Mirdêsî wekî bavê xwe di qada şer de hate kuştin (1038) û vê carê Fatimî bi ser ketin. Piştî vî şerî, anegorî tomarîyên Îbn Xeldûn, Mirdêsîyên Helebê ji neçarî dest ji Helebê û başûrê wê berdan û ber bi welatekî din ve çûn. Ev agahî ji bo me pir girîng e, ji lew re Şerefxan jî dibêje ku Mirdêsîyên ku ji Helebê hatin, wê demê tev li Mirdêsîyên Gêlê bûn, bi hev re Keleha Gêlê zeft kir û Mîrnişînîya Mirdêsî ya Gêlê ava kir. Heta dagira Selçûkîyan, wan (1075-76) hêza xwe zêde kir û piştî kuştina Pîr Bedirê Mirdêsî ji hêla Tirkmenan ve, vê carê bi serokatîya kurê Pîr Bedir Mîr Bulduk, desthilatdarîya xwe ji wê rojê heta dema Şerefxan bi sedan salan domand. An ku divê bê zanîn ku Mirdêsîyên Rojavayê Kurdistanê ne di dema kuştina Salihê Mirdêsî de (1029), lê piştî avakirina Keleha Kurdan (1031) û di dema kuştina kurê Salihê Mirdêsî, an ku piştî mirina Nesirê Mirdêsî (1038) welatê xwe berda û ber bi Gêlê ve, an ku ber bi pismamên xwe ve çûne û xwe li wan parastiye. Hinek ji wan jî çûne li ba birayê Nesir, an ku çûne Reqayê li ba Sîmalê Mirdêsî. Ev wateya vê ye ku pêwendîya Mirdêsîyên Gêlê û Rojavayê Kurdistanê qet qut nebûye û ji destpêka koça wan a bi hev re ji Hekarîyê heta bi rûxandina dewleta wan a li Helebê, tim di têkilîyê de bûn û di encamê de jî dema ketine tengasîyê, wan xwe gihandiye hev û din. Divê ev yek wisa bê xwendin.

Piştî Nesirê Mirdêsî, Heleb ji destê Mirdêsîyan derket (1038) lê Minbic û derûdorê heta bi Reqa û Rehbayê, an ku qeraxên Feratê di destên birayê wî Sîmal de man. Sîmal peymanek li hemberî Fatimîyan bi Bîzansê re girê da û xwe li wan parast. Di pişt re jî di sala 1042yan de êrîş bire ser Helebê û piştî çar salan Heleb ji destê Fatimîyan deranî û desthilatdarîya xwe li wir ragihand. Lê wê demê beşekî Mirdêsîyan xwe gihandibû Gêlê û yên mayî jî tev li artêşa Sîmalê Mirdêsî bûn. Sîmal, desthilatdarî ji kurê Nesirê birayê xwe Mehmûd re berda û dest ji desthilatdarîyê kişand (1062). Mehmûd jî li ser şopa bav û kalên xwe bû lê îcar tofana mezin, an ku Selçûkî ber bi welatê wî ve dihatin. Di destpêka sala 1071ê de, an ku berî şerê Melazgirê, Alpaslanê Selçûkî êrîş bir ser Mirdêsîyan û bang li Mehmûdê Mirdêsî kir ku were ba wî û serdestîya wî qebûl bike lê Mehmûd neçû û xwe ji şer re amade kir. Selçûkî gelek bihêz û pirleşker bûn û Mehmûd xeber şand û serdestîya Alpaslan pejirand. Ji ber ku Mehmûd neçûbû ba Alpaslan, Alpaslan aciz bû lê artêşa Bîzansê bi ser wî ve dihat û ji ber vê yekê bi Mirdêsîyan re şer nekir û ji bo şerê mezin ê Bîzansîyan berê xwe da Melazgirê. Mehmûdê Mirdêsî di sala 1075an de mir û kurê wî Nesirê Duyem kete şûna wî. Piştî salekî, vê carê birayê Nesirê Duyem, Mehmûdê Duyem bû mîr lê Mirdêsî ji ber êrîşên Tirkmenan ji hal ketibûn û di encamê de di sala 1080yî de Uqeylîyên Ereb êrîşekî dijwar pêk anî û dawî li Dewleta Mirdêsîyan anî. Piştî 1080yî Selçûkîyan Rojavayê Kurdistanê bi tevahî kontrol kir û heta dema Zengî û Eyûbîyan rewş weha ma. Piştî Eyûbîyan Memlûkî bûn desthilatdar û wan jî heta dema Osmanîyan hikim kir. Heta Cenga Cîhanê ya Yekem, Osmanî hikimdar bûn. Piştî şerê mezin heta roja me pêvajoyê dewam kir û Keleha Kurdan… Em vegerin mijara xwe…

Keleha Kurdan û leşkerên Kurdên ku di navê de bûn, heta 1099an keleh parast û dest jê û hawirdora wê bernedan. Di sala 1096an de seferên xaçparêzan li Rojhilata Navîn dest pê kir û di destpêkê de hêzên Mesîhî li Çîyayên Kurmênc û paşê jî li Helebê bi gelên van deveran re dest bi şer kir. Wan dixwest ku xwe bigihînin erdên pîroz û li ser rêya wan jî Keleha Kurdan hebû. Kurdên xwedîyên kelehê li hemberî vê artêşa mezin li ber xwe da lê artêşa li hemberî wan pir dijwar bû. Ji ber vê yekê peymanek li gel xaçparêzan girê da û keleh bê şer radestî wan kir (1099). Xaçparêzan ev keleha mezin û zexim spart şervanên pîroz ên xaçê (Şovalîye) û heta 1271ê ev keleh di destê wan de ma. Xaçparêzan jî ew keleh wekî “Le Crat (Lo Krat)” bi nav kir, ji ber ku Ereban ji kelehê re digot Hisin Elekrad (Keleha Kurdan), Ewropayîyan jî ev nav neguhert û wan jî ew wekî Keleha Kurdan bi nav kir. Lê piştî demekê wan navê wê kir “Krak des Chevaliers” ku di zimanê wan de wateya “Keleha Şovalîyeyan” dide. Selahedînê Eyûbî keleh sê çar caran dorpêç kir lê nikarîbû zeft bike lê Siltanê Memlûkîyan Baybars di 1271ê de, ji ber lawazbûna Şovalîyeyan ev keleh zeft kir û leşkerên xwe tê de bi cih kirin. Paşê di sala 1517an de Osmanîyan desthilatdarîya Memlûkîyan rûxand û keleh jî bi dest xist. Vê gavê jî Keleha Kurdan di nav sînorên Sûrîyeyê de wekî mîrateya Mirdêsîyên Kurd dimîne û ji hêla UNESCOyê ve wekî yek jî mîrateyên dinyayê hatiye ragihandin.

Apo Osman Sebrî yê Mirdêsî û Roja Me

Dema mirov hewl bide ku dîroka Mirdêsîyan binivîse, helbet bêyî bîranîna nivîskar, helbestkar û têkoşerê gewre yê Kurd Apo Osman Sebrî nabe. Ji lew re Apo Osman Sebrî jî yek ji endamên malmezinên Mirdêsî bû û ev rastî di bîranînên wî de hatiye nivîsîn. Her weha Osman Sebrî agahîyên girîng jî der barê Mirdêsîyan û di pêvajoya dîrokê de jihevbelavbûna wan de dide. Apo Osman di beşê ku behsa Mirdêsîyan dike de weha dibêje: “Eşîra me Mirdês parçeyekî emareta Mirdês e ku sernîveka wê bajarê Egilê (Gêlê) bû. Piştî qelsî û jihevdeketina emaretê mîrekan her yekî alîyekî emaretê bi navê eşîrê xistiye bin destê xwe…” û didomîne ku piştî qelsbûna Mirdêsîyên Gêlê, mirov û pismamên wî bûne sê bir û berê xwe daye sê cihan. Beşek ber bi Enqere û Konyayê ve çûye û li wir bi cih bûye, beşê duyem li pişta Amedê maye û beşê seyem an ku malbata Ap Osman Sebrî jî li Gergera Semsûrê û derûdora Çîyayê Nemrûdê bi cih bûye. Ji gotinên Ap Osman em tê digihin ku qedera Mirdêsîyên Kurd tim koçberî û têkoşîn bû.

Ev rewş di bedena Ap Osman de bûye xwîn û goşt û Ap Osman bi hebûna xwe qedera Mirdêsîyan nimandiye. Jîyana wî tim di koçberî, heps û zindanan de bi awayekî mişextkirî derbas bûye lê qet gavek bi paş ve neavêtiye û tim têkoşîna xwe li hemberî neheqîyê domandiye. Her weha xwe ji xizmeta çand û zimanê Kurdî jî dûr nexistiye û kedeke pîroz di ber Kurdî de daye.

Îro jî nevîyên Mitanî, Med, Mirdêsî û hemû şaxên gelê Kurd di welatê xwe de li hemberî koledarîyê li ber xwe didin û bi hêzdayîna çand û dîroka xwe ya bi hezaran salan û bi hişmendîya van nirxan dîsa tê dikoşin û nimînendetîya qencî, aştî, aramî, wekhevî û azadîyê li hemberî xerabî, koledarî û hovîtîyê dikin… Wekî ku pêşîyên wan bi hezaran salan kiriye...

 

"Xerzî Xerzan"