سەرنووچە:

Eliyê Teremaxî, yekemîn rêzimannivîs û pexşannivîsê kurd

Eliyê Teremaxî, yekemîn rêzimannivîs û pexşannivîsê kurd
فۆتۆ: 
2018-12-18

1592 جار خوێندراوەتەوە

Di dîroka gelê kurd de, bandora gelek kesayetiyên hêja li ser çand, huner û zimanê neteweya me heye û sedema parastina çand, huner û ziman jî ew bi xwe ne.

Alimê Îslamê û zimannasê kurd, Eliyê Teremaxî jî yek ji kesayetiyên herî kevn û bi bandor yên gelê kurde ku şopên wî li ser pêşxistina zimanê zikmakî ê gelê kurd xuyaye.

ELİYÊ TEREMAXÎ KIYE?

Eliyê Teremaxî xelkê gundê Teremaxî ê navçeya Muksê a bajarê Colemêrgê ye. Di sala 1591an de li Teremaxiyê ji dayika xwe dibe û di sala 1653an de li heman gundî çû ser dilovaniya xwe.

Di belgehan de navê wî wekî “Termûkî, Termûxî û Termakî” derbas dibe. Eliyê Teremaxî li hucreyên olî dest bi xwandinê kir. Pişt re li medreseyên navdar li Mûsil, Besra, Bexda û Ezhera Misirê xwandina xwe temam kir û vegeriya Gundê Teremaxî û li mizgeftê dest bi perwerdekirina feqiyan kir.

PİRTÛKA “DESTÛRA ZİMANÊ EREBÎ Bİ KURDΔ

Eliyê Teremaxî di mizgeftê de li ser rêzimana erebî, feqiyên xwe perwerde dikirin, lê bi armanca zêdetir pêşxistina feqiyan, dest bi nivîsandina pirtûkeka kurdî – erebî bi navê “DESTÛRA ZİMANÊ EREBÎ Bİ KURDΔ kir.

Teremaxî di pirtûka xwe de, rêzimana erebî bi mînakên kurdî û farsî berhev daye û çawaniya fêrbûna rêzimana erebî ji bo feqiyên xwe diyar kiriye.

Dîroknasê kurd MELA MEHMÛDÊ BAZÎDÎ di sala 1858an de, pêşgotinek li ser pirtûka TEREMAXÎ nivîsandiye û pirtûk radestî Qonsolê Rûsiyayê ê bajarê Erzeromê ALEKSANDER JABA kiriye. MARİF XEZNEDAR jî di sala 1971an de destnivîsa MELA MEHMÛD li pirtûkxaneya mezin ya bajarê Lenîngirada Rûsiyayê bi dest xistiye û pirtûk bi navê “DESTÛRA ZİMANÊ EREBÎ Bİ KURDΔ li Bexdayê çap kiriye.

REŞÎD FİNDÎ jî di sala 1985an li Bexdayê fermanên rêzimanê yên ku TEREMAXÎ di pirtûka xwe de anîne ziman, kom kiriye û di pirtûkekê de bi navê “YEKEMÎN RÊZİMANNİVÎS Û PEXŞANNİVÎSÊ KURD” bi devoka Behdînî û pîtên erebî çap kiriye. FİNDÎ di pirtûkê de daxwaz dike, TEREMAXÎ wekî yekemîn rêzimannivîsê kurd bê naskirin.

BERHEMÊN DİN YÊN ELİYÊ TERMAXÎ

Serfa Kurmancî

Qewlê Yekane

Moriya yaqut

Kurên Weten

Jiyana Heqîqet û xewn

Herwesa tê gotin gelek berhemên wî yên din hebûne, lê winda bûne.

H . C