سەرنووچە:

Nanê ceh bixwe û bi hêz be

Nanê ceh bixwe û bi hêz be
فۆتۆ: 
2018-12-09

1014 جار خوێندراوەتەوە

Dibe we gelek caran ji nojdar û psporên tendrustiyê bihîstibe ku nanê ceh ji tendrustiya mirovan re başe. Bi taybet kesên kal û pîr, dema serdana nojdaran dikin, pêşniyara xwarina nanê ceh ji wan re tê kirin.

Sedemên wê yekê çine ku nojdar û pisporên tendrustiyê daxwazê ji mirovan dikin, nanê ceh di danên xwarina rojane de bi kar bînin? bersva pirsên we li vire!

- Nanê ceh mirovan bihêz û têr dike, lê rê li qelewbûnê digire

- Duhnê nav xwînê (korstirol) kêm dike

- Zexta xwînê hevseng dike

- Ji bo dil başe û mirovan ji nexweşiyên dil diparêze

- Şekrê nav xwînê kêm dike û rê nade mirov tûşî şekreyê bibe

- Mîkrobên nav zikê mirovan dikuje û gede bihêz dike

- Sîstema parastina laşê mirovan bihêz dike û bihêzbûna sîstema parastinê jî mirovan ji hercure nexweşiyekê diparêze

- ji zarokan re jî gelekî başe, hestiyên wan xurt dike û jinên dûcanî jî dikarin beriya zarokê wan jidayikbibe, nanê ceh di danên xwarinê de bikarbînin.

H.C