سەرنووچە:

Mele Nesredîn ( Melayê Meşhûr) bi vî awayî şîretan li desthilatdaran dike!

Mele Nesredîn ( Melayê Meşhûr) bi vî awayî şîretan li desthilatdaran dike!
فۆتۆ: 
2018-12-08

866 جار خوێندراوەتەوە

Yekî ji xwe razî, ji Nesredîn xoce re dibêje, tu kîyî?

Xoce: Ez ne tiştekim. Tu kîyî heyran?

Mêrik: Ez fermandarim, fermandar!

Xoce: Başe tu dê bibî çi?

Mêrik: Bawerim ezê bibim Walî.

Xoce: Piştî ku tu bû walî, dê bibî çi birako?

Mêrik: Ger ku weke niha bixebitim, wê bibim Wezîr.

Xoce: Gelo dixwazî piştî wezîriyê bibî tiştek?

Mêrik: Çawa naxwazim, ezê bibim paşa!

Xoce: Piştî ku bûy paşa dê bibi çi?

Mêrik: Piştî paşatiyê tiştek tune, dibim ne tiştek!

Xoce: De başe mêrik ku di dawiyê de wê bibî ne tiştek, xêre ev qas sal dê xwe biwestînî û ev qas zehmetê bikşînî. Ji niha de ez ev kesim ku tu dê hemû jiyana xwe jê re serif bikî ( Ez ne Tiştekim jî).