سەرنووچە:

Sîdarta, çawa karî bibe Bûda?

Sîdarta, çawa karî bibe Bûda?
فۆتۆ: 
2018-12-08

1111 جار خوێندراوەتەوە

Peyva Bûda wate mirovê rewşenbîr. Di rastiyê de Bûda paşnavê Sîdarta bû. Ew damezirênerê Bûdîzmê ye.

Sîdarta ji malbatek mezin û desthilatdarên Hindustanê, di sedsala şeşê a B.Z de ji dayik bûye. Bavê wî serokê eşîreka mezin a Bakûrê Hindustanê bû. Tevahiya malbata wî Hinduyî bûn.

Raste ku Sîdarta di nava xweşî û nazdariyek zêde de dijiya, Lê ji bo wî dewlemendî wateya jiyanek xweş nedida û tiştek zêde jî derbarê cîhana derdorê xwe nedizanî.

Sîdarta di dema ciwaniya xwe de, rastî hin bûyer û tiştên derdorê hat ku sedî sed jiyana wî guherandin.

Rojekê ji qesra malbavê derdikeve û di nava bajar de digere. Kalemêrekî, zilamek nexweş û cenazeyekî dibîne. Dîtina wana bandorê li Sîdarta dike û li ser jiyana mirovên derdorê xwe diponije. Piştî demekî dirêj Sîdarta biryarê dide ku rêyekê ji mirovan re bibîne û wan ji derdê jiyanê ku bandoreka nerênî li ser derûna mirovan dike, rizgar bike.

Sîdarta di temenê 29 saliyê de ku zewicibû û xwediyê zarokekî jî bû, qesra malbatî, bicih dihêlê û bi armanca çareserkirina pirsgirêkên civakê, derbasî nava jiyana asayî a xelkê dibe.

Sîdarta êdî li dûv zanistê digere û li ba gelek mamoste û zanayan dixwîne. Lê tu kes ji wan nekarin, bersiva wî bidin û mêjiyê wî têr bikin.

Sîdarta rojekê di binê darekê de rûdinê û diponije û li wir kilîla sindoqa bersiva pirsan dibîne.

Bûda di dawiyê de gihişte wê baweriyê ku mirov divê ji bo rizgarbûna ji nefsa xwe, pêdiviyên xwe yên madî li aliyekî deynê û di rastiyan de xwe wenda bike.

Ew di wê baweriyê de bû, ger mirov bixwaze bigihije asta bûdîyekî, divê li ser maf û rastiyê bi tenê bihizre û çi qas bikare karên xêrê pêk bîne.

Sîdarta (Bûda) dibêje, eşqa cîhanî, heza mirovan û bi dest xistina malê dinyayê mirovan ber bi xeman ve dibe û derûna mirovan qirêj dike.

H.C