سەرنووچە:

RÛPELEKE VEŞARTÎ JI DÎROKA HEVALTÎYA GELÊ KURD Û GELÊ KILDAN

RÛPELEKE VEŞARTÎ JI DÎROKA HEVALTÎYA GELÊ KURD Û GELÊ KILDAN
فۆتۆ: 
2018-12-08

1565 جار خوێندراوەتەوە

RÛPELEKE VEŞARTÎ JI DÎROKA HEVALTÎYA GELÊ KURD Û GELÊ KILDAN

Xerzî Xerzan

Erdnigarîya ku kurd li ser dijîn, an ku welatê wan Kurdistan, ne tenê ji boyî gelê kurd lê her weha ji boyî bi dehan gel û kêmnetewan,  ji demên nayên zanîn heta dema me ya îroyîn wek stargehekê ye, wek maleka hevpar e. Ji roja dîroka mirovahîyê hatîye tomarîkirin heta îro, ev rastî ji hêla hemû dîroknasan ve, wisa hatîye pejirandin. Sedemên taybet ên vê rewşê (yên dagirkerî, erdnigarî û yên rêyan) helbet hene, lê divê mirov mêvanperwerî û toleransa çanda gelê kurd jî deyne li alîyekî taybet û wisa jî ev rewş binirxîne, ya rast û sincî ev yek e.

 Kurd, ji mêj ve li hember dagirkerên welatê xwe li ber xwe dane, qet serî netewandine û ji boyî azadîya xwe tim têkoşîyane. Carna, bi sedan sala li ser çiyayên xwe yên asê û bilind, di nav bêderfetîyan de birçî û tazî jiyîne lê qet dest ji serbixwebûn û azadîya xwe nekişandine, tim li hember dijmin û dagirkeran nav şer de bûne.. Ev taybetmendîyeke şêwaza jiyana gelê kurd e û dîsa hemû otorîteyên dîrokê yên bêalî, ev rastî weke ku heye, wisa jî nivîsandine. Lê dijî vê, dîsa ew otorîte qebûl dikin ku, Kurdistan an ku welatê kurdan, ji boyî gel û netewên mêwan, yên ku ji zilma dewletên cînar revîyane an jî ji ber şerên dijwar baz dane, bûye stargeheke bê hempa. Ji lew re, çanda kurdî û bawerîyên wan ên kevnar fermana parastina belengaz, bindest û fermalûyan û her weha bawermendên olên cûda  dida û ev yek wisa kir ku, Kurdistan ne tenê wek welatê kurdan, her weha welatê hemû gelên bindest dihat û îro jî tê naskirin.

Bavê dîroknûsîyê Herodot, di pirtûka xwe ya navdar “DÎROK” de, sedema hatina ermenan li Medyayê xweş nivîsîye û dîsa dîroknûsên ermenên destpêkê jî (wekî Movses Xorenatsî) xwedîderketina Medan li ermenîyan yek bi yek tomar kirîye. Med, yên ku pêşîyên gelê kurd in, erd û ax dane ermenîyan û wan ji zilma dewletên cînar parastine. Yekemîn hikimdarê ermenan, ji hêla Keyê Medî Keyakserê Gewre ve hatîye tacîdarkirin û ji wê rojê we ermenî yek jî gelên Kurdistanê ne. Her wiha, gelên asûr, kildan, nestûrî û cihû jî, weke ermenan, xwe li kurdan û welatê wan parastine û ew gel jî di nav kurdan û di welatê wan de bi aramî û bi serbilindî jiyana xe domandine. Lê mixabin, bi destpêkirina şerê cîhanê yê yekemîn ve, ew aramî ji holê rabûye û bi hevkarîya împeryalîstên mezin û dagirkerên biçûk ve, Kurdistan vegerîya qadeke şerekî dijwar û ew împeryalîst û dagirker, berê hemû gelên Kurdistanê dane hev. Bi xeyalên pûç û vala ew gelên kemnetew xapandin, serê wan germ kirin û aştî û aramîya ku li Kurdistanê seda sala  desthilatdar bû, cîyê xwe şer û xezebê re guhert. Êdî, hemû gelên Kurdistanê, kurd jî tê de, ji boyî parastina hebûna xwe ketin nav şer û mixabin ew baxçeya rengîn a kulîlkan, an ku Kurdistan, ji boyî hemû gel û netewan bû dojeheke nebînayî. Ji 1914-an heta 1922-an, xwîna hemû gelên Kurdistanê rijîya û herî kêm çar mîlyon însan jiyana xwe ji dest da. Di vê rêjeyê de, hejmara kurdan nîvenîv e, nîvê din jî gelên din ên Kurdistanê, yên ermen, asûr, kildan, cihû û nestûrî ne. An ku, şerê yekemîn, ji boyî hemû gelên Kurdistanê bi xwe re tenê mirin, dijminahî, êş û koçberî anîye, ne tiştekî din, weke hemû şeran….

Yek ji wan kemnetewan, gelê kildan bû. Kildan yek jî gelên kevnar ên Kurdistanê û rojhilata navîn e. Anegorî dîroknûsîya Kildanan, Kildan xwe bi Kaldeyîyên kevnar ve girê didin. Kaldeyî, gelê desthilatdar ê Dewleta Babîlîyan e. Yek ji gelên aramî yên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ne. Keda wan a li ser şaristanîya mirovahîyê, ne cîyê niqaşê ye. Kaldeyî an ku Babîlî, li gel cînarê xwe Medan, hê di sala 612-an (berîya zayînê) de, peymaneke hevkarî û aştîyê girê didin û li hember dewleta koledar Asûrîstanê şer dikin. Xala wan her du  gelan a hevpar rizgarbûna ji bindestîyê ye û bi hev re bi ser dikevin, 612-an a berîya zayînê de Nînova zevt dikin û dawî koledarîya Asûrîstanê tînin. Ev bûyer, di mîtolojîya kurdî de wek “NEWROZ” hatîye tomarîkirin û heta serdema me ya nûjen jî zendî hatîye.  

Ji wê rojê heta destpêka şerê cîhanê yê yekemîn, hevaltî, hevparî û dostanîya gelên kurd û kildan wisa hatîye û dewam kirîye. Weke ku li jor hate gotin, mixabin ew şerê dijwar (şerê cîhanê yê yekemîn), ew dostanî û hevaltî jî ji holê rakir û weke gelên din, li gel propagandayên qirêj ên dagirker û împeryalîstan, berê gelên kurd û kildan jî kete ber hev.  Lê dîsa jî, zana û rûspîyên kurd û kildan hay ji lêstokan hebûn û di wê demê dijwar de, a ku dê weledê xwe diavêt, gotinên xêrê dubare dikirin û nedihiştin berê gelên Kurdistanê bikeve ber hev. Her çiqas, îro jî berovajîkirin û manûpîlasyon li ser têkilîyan van her du gelan tê kirin jî, baş tê zanîn ku dîroknûs û bûyernûsên xwedî sinc û wijdana zanyarî, her tişt weke ku heye wisa jî nivîsandine. An ku xerabîyan jî, qencîyan jî tomar kirine. Ti kes nikare înkar bike ku hevkarên Osmanî yên nijadkurd hene û destê wan jî xwîna kêmnetewên Kurdistanê de qirêj bûye. Ew kesên bêehlaq helbet hebûn, weke ku îro jî hene…! Lê ev kêmayî ne ya gelê kurd e, di her zemanî de helbet kesên berjewendperest, xayin û diz û kûjer hene, di her gelî de hene. Çawa ku kurd nikaribin kirinên çeteyên ermen û asûr ên wê demê bikin malê hemû ermen û asûran, ti kes jî nikare sûcê hin bêehlaqan bêxe stûyê gelê kurd bi tevahî. Li vira, em dixwazin mînakeke biçûk lê watedar bînin û pêşkêşî xwendevan bikin. Bi vê yekê belkî, em ê jî bikaribin dostanî û biratîya dîrokî ya gelên kurd û kildan derêxin ronahîyê û dibe ku ev jî bibe bersiv ji boyî hin derûdorên xêrnexwaz;

Di destpêka şerê cîhanê yê yekemîn de, Osmanî biryara komkujîya hemû kêmnetewan û bi taybetî yên Mesîhîyan girtibû. Li Kurdistanê, bi destpêka bihara 1915-an ve, dest bi kuştina ermen, asûr, kildan û nestûrîyan kiribû. Yek jî komkujîyên herî qirêj û dijwar jî, di Hezîrana 1915-an de, li bajarê Sêrtê, yê ku li herêma Botan dima, dest pê kiribû. Leşkerên Osmanî, di şerê li gel Rûsan ê li Bedlisê şikestibûn û berjêr dihatin. Li ser rêya wan Bajarê Sêrtê hebû û nîvê nifûsa Sêrtê Mesîhî bû. Gelê Kildanî jî, gelê mesîhî yê herî pirjimar bû. Serfermandarê artêşa Osmanî Cevdet Beg, ferman dide leşkerên xwe û talan û kuştina hemû Mesîhîyan serbest dike. Bi vê yekê, leşker û hevkarên wan ên niştecî, êrîşî hemû Mesîhîyan dikin, komkûjîyeke nebînayî pêk tê, talan û ferman dîsa li dar e.

Di wê demê de li Sêrtê, Sermetranê Dêra Kildanîyan, zanyarê binavûdeng Addaî Şêr (Eddeî Şêr) e. Pêşî divê em Addaî Şêr bidin naskirin û pê re jî em ê mijara xwe bidomînin. Addaî Şêr, Kildanîyekî ji bajêrê Şeqlawayê (Darabad) ya başûrê Kurdistanê ye. Sala 1867-an ji dîya xwe dibe. Ji malbateke oldar û rûhanî ye. Bavê wî keşeyekî naskirî, Yaqûb Şêr e. Navê fermî û rasteqîn ê Addaî Şêr, Îbrahîm Şêr e. Paşnavê wî “ŞÊR” bi kurdî ye û ji hêla cînarên wan ên kurd ve, li kalikê wî hatîye danîn, ji ber ku kalikê wî mirovekî wêrek û rast bûye, kurd ew wisa bi nav kirine. “Addaî - Eddeî” jî nasnavê wî ye û wateya “Ronakbîr-Peyamnerê Rojhilatê” dide. Sala 1902-an, Patrîkê Kildanîyan ê wê demê Mar Emanûel Toma, Addaî ŞÊR bi peywira Sermetranê Dêra Sêrtê, dişîne bajarê Sêrtê û Addaî ŞÊR li wira bi dehan berhemên bê hêmpa dinvîse û diweşîne. Heta 1915-an, di nav pirtûkxaneya dêra Kildanî ya Sêrtê de dixebite û gelek pirtûkên veşartî, tomarîyên bêhempa derdixe ronahîyê. Berhemên wî ya serî bistan e.  Hêjayî gotinê ye ye ku yek ji wan pirtûkan jî, “ Episodes de l’histoire du Kurdistan / Beşên ji Dîroka Kurdistanê – 1910” e. Ewî li ser zimanê kurdî û dîroka Kurdistanê jî ked dide. Ferhengeke bi navê “Peyvên Kurdî-Erebî” amade dike. Berhemên xwe dibe Parîs û Romayê, li Roma Papa dibîne, pê re diaxive û li Stenbolê jî dibe mêvanê Abdulhemîdê II ê padşahê Osmanî. Her wiha ber bi Heleb û Bêyrûdê ve jî diçe û berhemên xwe belav dike. Îro, piranîya berhemên wî hatine çapkirin û hêjayîya wî, ji berhemên wî, xwe dide der.

Addaî (Eddeî) Şêr / Sermetranê Dêra Kildanî ya Sertê – (1867 – 1915)

 

Addaî  Şêr, ti cudahî nedixist nav bera gel û bawerîyan û xwedi  li hemû mirovan derdiket, bi taybetî mirovên feqîr û belengaz. Bi her awayî destê xwe li ser wan digerand û di serdema erka xwe ya 13 salî ya li Sêrtê, gelek dost û nasên wî yên kurd çê bibûn. Yek ji wan, Osman Axa yê Tanzêyî bû. Tanzê, yek ji navendên girîng ên herêma Botan bû û îro jî wisa ye. Osman Axa, mirovekî zana, pêşverû, bibandor û bihêz bû. Xwedî hêzeke berbiçav bû.  Di bin fermana wî de seda kurdên şervan hebû. Osman Axa, ewil ve bi Osmanî re şer dikir û nav bera wî û dewletê nebaş bû. Osmanî bi çavekî nerênî lê dinihêrî û her du alî jî li ber fersenda xwe bûn. Ji ber ku nav bera Osman Axa û Addaî Şêr pir baş bû, neyartîya Osmanî li hember Osman Axa zêde dibû. Addaî Şêr û Osman Axa ji bo feqîr û belengazên bajarê Sêrtê hewl didan û bi hev re firûneke nanê (nanpêjxane) vekiribûn. Li wê firûnê, nan li gel belaş dihat belavkirin. Hîn wê demê, ev yek li ber çavê Osmanî û memûrên wê ve, wek “serhildan” dihat nirxandin lê rewş û serdem rê nedida ku pêşîya Addaî Şêr û Osman Axa bigirin. Pêvajo hîn dest pê nekiribû. Lê mixabin, ew pêvajo û fersenda ku li Osmanî û hevkarên wî li bendê bûn, bi destpêka şerê mezin kete destê wan û hemû qirêjîyên xwe li ser Kurdistanê û gelên wê ve rijandin, şîn û êş û mirin hat, hemû kulîlkên çîya û deştên welatê hevpar bi “fermana fila” hate çilmisandin….

Em vegerin mijara xwe, li ser çîroka zanyar, alîkar û Sermetranê Kildan Addaî Şêr û hevalê wî yê birûmet Osman Axa;

Dema komkujî li Sêrtê dest pê dike, Addaî Şêr 500 zêrên Osmanî dide Walîyê Sêrtê Hîlmî Beg û dixwaze ku dest nedin kildanî û Mesîhîyên Bajêr. Bi wan zêran, Walîyê Dewleta Osmanî qayil û qanî dibe û ji boyî demekî kurt, dest nade Kildanî û Mesîhîyan lê ev tenê rewşeke demkî ye û tenê xapandin e. Addaî Şêr jî, ji ber ku kesekî zana û jîr e, haya wî ji vê rewşê heye. Jixwe li dêrê hatîye zindankirin û destûra wî ya jê derketin jî nîn e. Walî, derketina wî ya ji dêrê qedexe kirîye. Addaî Şêr bilez hawara xwe digihîne Tanzê û ji Osman Axa yê hevalê xwe alîkarî dixwaze. Osman Axa heman şevê, sê-çar pêşmêrên xwe dişîne Sêrtê û hevalê xwe Addaî Şêr ji dêrê der dixe. Cilên kurdan li Sermetran Addaî Şêr dikin û bi xef ew direvînin. Li gel Addaî Şêr,katibê wî û hevalekî wî yê kurdekî êzdî jî heye. Zilamên Osman Axa, van her sê kesan dibin ba Osman Axa û teslîmê wî dikin. Ji ber ku Osman Axa helwesta Osmanî dizane, Addaî Şêr û her du hevalên wî li şikeftên Çiyayên Milan, ên li nêzî Tanzê ne, diveşêre û dîsa hin zilamên xwe li ba wan dihêle.

 

Lê Walîyê Sêrtê û fermandarê Osmanî, bi reva Addaî Şêr dihesin û li pey dikevin. Piştî îşkencekirina hin kildanan, hîn dibin ku Osman Axa ew revandîye û birîye ba xwe. Çar hawirdora Tanzê dorpêç dikin û Tanzê dişewitînin. Osman Axa bi zorê difilite lê zar û zêç û mirov û pismamên wî bi piranî tên qetilkirin. Li wira şopa Addaî Şêr jî dibînin û Addaî Şêr ji şikefta ku lê dimîne der dixin û hema li wir her du hevalên wî, katibê wî û hevalê wî yê kurdê êzdî şûn de dikujîn. Addaî Şêr jî digirin, lê dixin, îşkence lê dikin û ew dibine Sêrtê. Leşkerên din jî, bi alîkarîya çete û milîsên kurdnijad ên neyarê Osman Axa ve, Osman Axa jî digirin û wî jî dibine Sêrtê. Anegorî gotinên kesên şahidê bûyerê bûne, li Meydana Sêrtê pêşî Osman Axa bi derbekî dikujîn û pişt re jî Addaî Şêr bi 8 guleyan qetil dikin. Gustîlka wî ya zêr bi jêkirina tilîkê wî, der dixin û zabitekî Osmanî ew gustîlk têxe destê xwe. Serê Addaî Şêr jê dikin û bi wî şiklî dibin ba Walîyê Sêrtê. Cenazeya wî diavêjin li sergo ji boyî gur û çûk ew bixwin. Bi awayekî hovane, mînaka biratî û hevaltîya du gelan, gelên kurd û kildan, Osman Axa yê Tanzêyî û Addaî Şêr ê Sermetran ê Dêra Kildanî ya Sêrtê qetil dikin, bi vê yekê xof û tirs di nav gel de belav dikin. 

Peyam ev e: “Kesê ku alîkarîya Kildanîyan bike, ew jî weke wan dê bê kuştin…”. Peyam tê belavkirin û komkujî bi awayekî dijwartir didome….

Peykera Addaî Şer li Şeqlawa  – Başûrê Kurdistanê.

 

Ev serpêhatî, bi taybetî yek bi yek ji çavkanîyên Asûrî û Kildanî hatîye tomarîkirin. Me xwest ku mînakeke watedar a alîkarîya kurdên birûmet a wê demê, bi devê Kildanî û Asûrîyan pêşkêşî xwendevan bikin. Helbet ev tenê mînakek e, di nav gelê kurd de seda mînak û gotin û serpêhatîyên mîna vê hene û divê ew jî yek bi yek bêtin tomarîkirin. Bersiva xêrnexwazan û kesên ku hîn jî bi korane dixwazin nakokî di nav gelên Kurdistanê de biafirînin, helbet ne ev mînak tenê ye û em ê hewl bidin di siberojê de rastîyên dîrokî yek bi yek derêxin ronahîyê….

________________________

 

WÊJE Û ÇAVKANÎ

 

1-) Siirt Vakayînamesî – Yaba Yayınları / İstanbul ,2002 (Bûyernameya Sêrtê – Weşanên Yaba / Stenbol, 2002). Bi tirkî.

2-) Ünlü Asurlardan (Kildanilerden, Süryanilerden) Seçmeler – Nsibin Yayınevi, 1996 / Kuroş Hermez Nazlu (Bijarteyên ji asûrên navdar (ên kildan û sûryan) – Weşanxaneya Nisêbînê). Bi tirkî.

3-) Asur-Kildaniler ve Ermeniler – Jozef Nacim / Mezopotamya Enstitüsü,1999 (Ên asûr-kildan û ên ermen, ev pirtûk ji hêla Jozef Nacim ê oldarê asûr ve di sala 1920-an de hatîye nivîsandin)

4-) Lêkolîn û gotarên nivîskar Şefîk Gorgîn ên li ser malpera  Mezopotamya

5-) Gotûbêjên li gel rûspîyên Sêrtê